Goşkarê xêrxwaz

Alîkariya panaberên Iraq, Sûriyeyî û Efxan dike...

Goşkarê xêrxwaz

Rüstem Susalan li otogara Elazığê goşkariyê dike. Goşkarê xêrxwaz bi derfetên xwe koçberan jî ji bîr nake û aliyê wan dike. Heya niha bi xêra goşkarê xêrxwaz ji hezarî zêdetir malên koçberan hatine raxistin.

Goşkar Rüstem Susalan, di dikana xwe ya biçûk a li otogara Elazığê de, ev 35 sal in pêlavên xelkê temîr dike.

Hostesolan di heman demê de alîkariya penaberên mexdûr jî dîke.

Dema şerê Sûriyê dest pê kir û vir ve gelek birayên me yên Sûriyeyî hatin Türkiyeyê. Dema em diçûn me malên wan dinêrî halê wan perîşan bû. Çi ji destê me tê em ji wan re dikîn. Heya niha me ji hezarî zêdetir mal raxistin.

Penaberên Iraq, Efxan û Sûriyeyî dema tên Xarpetê ewil berê xwe didin dikana Susalan û hewcedariyên xwe jê re dibêjin.

Ez ji Sûriyê me. Ez hatim Türkiyeyê. ÎHH’yê û Rûstem beg alîkariya me kir. Ez spasî wan dikim.

Hosteyê pêlavan endamê ÎHH’ê ye û bi riya komeleyê xwe digihîne koçberan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE