Gozelera gundê Tunceliyê bi rengê biharê xemilî

Gozelera gundê Tunceliyê bi rengê biharê xemilî

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi helîna berfê ra li gundê Gozelerê derdora fetlokên ku bi robaran çêbûne, bi rengên biharê xemilî.

Navçeya Ovacixê ku bi xweşikahiya xwe ya siruştî, dîrokî û çandî va dertê pêş, her demsal dibe pêgeha gelek turîstên xwemalî û biyanî.

Digel Parka Neteweyî ya Munzurê, Çavkaniyên Munzurê, Geliyê Mercanê, Karagol, Geliyê Havaçorê, Zozanê Kepirê û Şirşirnega Kirkmerdîvenê jî li vê navçeyê ne.

Li gundê Gozelerê yê li ser navçeyê jî çem û du robarên ku fetlok çêkirine bi helîna berfê ra herikîn û li derdora wan jî çêre hêşîn bû. Rêncberên ku li herêmê debara xwe bi heywandariyê dikin, tên ser çîmenên dora robaran.

Fetlok ji nav zevî, mêrg û çîmenan ra derbas dibin û birên pez li ser çîmenan diçêrin. Ev der di nav cihên gerê yên wênekêş û siruşthezan da jî ye.

Hezjêkerê wêneyan Erdal Yavuzak ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji Yalovayê hatiye ku navçeya Ovacixê bigere.

Yavuzak daxuyand ku ew çi qas firsendê binîne, tê Ovacixê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE