Guldexwînên zer tebîeta Sariqamîşê xemiland

"Guldexwîna zer kulîlkeke endemîk e û em ji bona wêneyan bikişînin hatine herêmê. Hewa gelekî xweş e û her der bi kulîlkan xemiliye. Em jî wêneyan dikişînin."

Guldexwînên zer tebîeta Sariqamîşê xemiland

Li Sariqamîşa navçeya Qersê guldexwînên zer yên ku biharê dibişkivin tebîet xemilandin.

Guldexwînên zer yên ku li herêmên Soguksu, Suludere û Keklika 10 kîlomêtro dûrî Sariqamîşê ne û 2 hezar û 500 mêtro bilind derdikevin bala wênekêşan dikişînin.

Turhan Koçaşê wênekêş got ku îsal bihar dereng hat û tebîet dereng şên bû.

Koçaş diyar kir ku ji kişandina wêneyên kulîlkan hez dike û wiha got, "Guldexwîna zer kulîlkeke endemîk e û em ji bona wêneyan bikişînin hatine herêmê. Hewa gelekî xweş e û her der bi kulîlkan xemiliye. Em jî wêneyan dikişînin."

Şenay Vanliya bi amatorî wêneyan dikişîne jî destnîşan kir bi hevalên xwe ra ji bona wêneyan bikişîne derketine ger û geştê û got ku piştî baranê tebîet şên bû û em jî wêneyan dikişînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE