Gulên reş tenê li Şanlıurfayê çêdibin

Gulên ku tenê li Halfetiyê şîn dibin bi taybetî di sektora kozmetîkê de tên bikaranîn.

Gulên reş tenê li Şanlıurfayê çêdibin

Li Halfetiya Rihayê çandiniya gulên reş dewam dike. Gulên reş ku li dinyayê tenê li Rihayê şîn dibin bala turîstan jî dikşînin. Cotkarên Rihayî niha bi gulên reş re dixwazın gulên kesk jî biçînin.

Gulên reş li dinyayê tenê li Halfetiya Rihayê çêdibin…

Ji ber rengê xwe û ji ber ku li dinyayê li dereka din tunene, bala mirovan dikşînin.

Ji bo dîtina gulên reş her sal gelek turîst berê xwe didin Halfetiyê.

Cotkarên Rihayî jî ji bo çandiniya gulên reş berfirehtir bibe çi destê wan tê dikin.

Ji bo randûmana wwan zêde bibe, cotkaran li herêmê sera jî ava kirin.

Ji xeynî gulên reş, cotkar li herêmê dest bi çandina gulên kesk jî kirin.

Gulên reş di sektora kozmetîk û xwarinê de, di çêkirina kolonya, parfum, loqim, çîqoleta û ava gulan de tên bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE