Li Qerekoprîya Rihayê gumgumoka mezin ku êdî tixmê wê diqele, hat dîtin. Belediyê, gumgumoka mezin ji bo parastinê bir navenda xelaskirin û rehabîlîtasyona heywanan.
Navê vê heywanê gumgumoka mezin yan jî gumgumoka çolistanê ye…
Kok û tixmê wê li ber xelasbûnê ye.
Ev, li Qerekoprîya Rihayê hat dîtin.
Pişt re wezîfedarên Şaredariyê ji bo parastinê ew bir Navenda Xelaskirin û Rehabîlîtasyonê.
Li wir, kontrolên hewce hatin kirin.
Xebatkarên Belediyê eşkere kir ku gumgumokên çolê êrîşî mirovan nakin. Loma jî gava welatî rastê hatin bila wan nekujin.
Hat eşkerekirin ku gumgumok birine berdane çolê.