Gumgumokan hêkên xwe berdan

Hêkên xwe danîn bin qûmê û berê xwe dan Çiyayê Agiriyê.

Gumgumokan hêkên xwe berdan

Keler ango gumgumok, bi tenê li quntara Çiyayê Agiriyê hene. Hejmara wan jî pir kêm e. Gumgumok her sal van çaxan hêkên xwe datînin nav qûmê û ber bi Çiyayê Agiriyê ve diçin.

Gumgumokên ku cinsê wan li ber qelandinê ye û li çolê dijîn li quntara çiyayê Agiriyê dijîn.

Her sal van çaxan tên, hêkên xwe vedişêrin nav qûmê û dîsa berê xwe didin Çiyayê Agiriyê.

Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê yê Îdirê Mete Turkoglu diyar kir ku gumgumok li kêm ciyan û kêm caran tên dîtin.

Turkoglu got,"Gumgumok li Agiriyê li herêma herî zuwa ya Tirkiyeyê dijîn. Keler ji ber ku ji ciyê germ hez dikin li vê derê dijîn. Gumgumok li Tirkiyeyê bi tenê li quntara Çiyayê Agiriyê hene."

Turkoglu dibêje cureyên heywanên biyanî yên li herêmê zêde ye ji bo vê jî herêm bala lêkolîneran dikişine.

Deng:”Gumgumok heywanên xwînsar in. Ji ber vê yekê ji bo germ bibin derdikevin ber tavê. Gumgumok 4-5 hêkan datînin vê derê. Wekî kosiyan ji ciyên bi qûm hez dikin û hêkên xwe dixin 30 santîm binê qûmê.

Gumgumok her sal ji bo danîna hêkan tên vê derê.

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 16:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE