Gundî berê xwe didin zozanan

Di germa havînê de li zozanên hênik konên xwe vedidin.

Gundî berê xwe didin zozanan

Havîn e û germa nava gund êdî derdekî mezin e. Gundî ji bo ku rehet bikin tevî heywanên xwe berê xwe didin zozanan. Li mûşê gelek heywandar niha li zozanan konên xwe vedidin…

Germa havînê him xebatan him jî çêrandina heywanan zehmet dike.

Ji ber vê yekê her ku dibe havîn gundî berê xwe didin zozanan.

Bi taybetî li Mûşê ev çand pir berbelav e.

Şêniyê gundê Xirbê yê Mûşê heywanên xwe dan pêşiya xwe û dev dan riya zozanan.

Jin û zarok tevî alavan bi traktoran, mêr jî ligel heywanan bi peyatî diçin zom û ebran.

Gundî dê 2 mehan li zozanan bimînin, bi payîzê re dagerin deştê.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE