Gund bi gund digerin û bi diyarî û çalakiyên cuda dilê xwendekaran xweş dikin. Endamên Komeleya Bisîkletê ya Muşê di nav berfê de çûn serdana dibistana gundê Tapıkê. Li vir him li xwendekaran diyarî belav kirin, him jî bi wan re wext derbas kirin.
Ji bo xwendekarên gundan ziyaret bikin, guh nedan berf û bahozê.
Endamên Komeleya Bisîkletê ya Muşê, ji bo kêfa zarokên gundan bînin, her hefte diçin gundekî û li wir bi xwendekaran re wext derbas dikin.
Vê carê jî di nav berfê de, bi zor û zehmet çûn gundê Tepika Muşê.
Endamên komeleyê li virê him diyariyên ji bo zarokan anîbûn belav kirin, him jî bi wan re lîstin û stran gotin.
Pişt re jî li derve bi berfê lîstin û kêf kirin.