Li gundê Sorpê yê Tetwana Bilîsê bi dehan sal in welatî bi hev re coyan paqij dikin. Cotkar bi paqijkirina heriya kanalan, riya avê vedikin.
Ev der gundê Sorpê yê Tetwanê ye. Li vî gundî çandeke bi dehan salan heye.
Her bihar bi dehan gundî berê xwe didin zeviyan. Cotkar heriya coyan paqij dikin û riya avê vedikin.
Ji her malê herî kêm kesek tevlî xebatan dibe.