Gundê tatîlê yê butîk li keviya Çemê Kurê li benda geştiyaran e

Gundê tatîlê yê butîk li keviya Çemê Kurê li benda geştiyaran e

Şaredariya Ardahanê li keviya Çemê Kurê, li qada ku Keleha Ardahanê jê xuya dike gundekî tatîlê yê butîk ava kir, dê ev der mazûmvaniya geştiyaran bike.

Li wê xala ku dîrok û xweşikiya siruştî lê digihije hev, bi pişteka Ajansa Geşepêdanê ya Serhedê (SERKA), 10 xaniyên bungalov, xwaringeh, sîwank û bexçê zarokan tê avakirin.

Projeya ku di pêvajoya sererastkirina jîngehê de ye û di nava siruştê de tê çêkirin, dê bibe cihê geştiyariyê.

Şaredarê Ardahanê Faruk Demir ji nûçegihanê AAyê re anî ziman ku cara yekê keviya Çemê Kurê bi van cure projeyan tê xemilandin.

Demir destnîşan kir ku Çemê Kurê di Gurcistan û Azerbaycanê re derbas dibe û derdora xwe vedijîne û wiha got, "Çemê Kurê di naverasta Tiblîsiya paytexta Gurcistanê re derbas dibe û ber bi Deryaya Xezerê ve diherike. Me ev bedewî bi projeyan vejand û herêma me bû xwediyê gundekî tatîlê yê butîk."

- "Dê Çemê Kurê bibe doleke jiyanê"

Demir tekezî li wê yekê kir ku SERKAyê ji sedî 50 piştek daye projeyê û proje gihiştiye asta temambûnê û anî ziman ku dema proje kete rewacê dê Çemê Kurê bibe doleke jiyanê.

Demir herwiha got ku dê bi vê projeyê, siruşta herêmê jî bê parastin û rê li ber qirêjbûn û lewitandina çem bê girtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE