Gurên birîndar xelas kirin

Gurên birîndar li navenda parastina heywanên bêxwedî tên dermankirin.

Gurên birîndar xelas kirin

Li ser riya dara hênî û Bingölê gurekî birîndar hat dîtin. Welatiyan gurê birîndar bir navenda Parastina Heywanên Bêxwedî û niha li vir tê dermankirin. Li ser riya Karsê jî gurekî birîndar hat dîtin. Ew jî birin navenda heywanên bêxwedî û niha rewşa wî baş e.

Welatiyan li ser riya Karsê gurekî birîndar dît. Kesên ku gur dîtin xeber dan Midûriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî.

Xebatkarên midûrîyê gur ji cihê ku birîndar bûye girtin û birin Navenda Lênerîn û Rehabilitasyona Heywanên Bêxwedî ya li Karsê.

Gurê birîndar li navendê hat kontrolkirin şûnde tadawiya gur dest pê kir.

Bingöl

Li ser riya Dara Hênî û Bingölê jî wesayidek li gurekî qelibî û gur birîndar bû.

Hin kesan xeber dan cendirme û şaredariyê. Bi havkariya cendirme û xebatkarên şaredariyê gurê birîndar li wesayida şaredariyê siwar kirin.

Gur li Navenda Lênerîn û Parastina Heywanên Bêxwedî piştî kontrola tenduristiyê tê tedawîkirin.

Piştî ku tedawiya gur xilas bibe wê bê berdan xwezayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE