Hakkari mazuwaniya turîstên Irakî û İranî dike

Li bajarê Hakkariyê ya ku 6 meh berf erdê dimîne turîstên ji İran û Irakê tên Navenda Şiqitandinê ya Mêrga Botan û kêfa xweşiqitandinê dikin.

Hakkari mazuwaniya turîstên Irakî û İranî dike

Li bajarê Hakkariyê ya ku 6 meh berf erdê dimîne turîstên ji İran û Irakê tên Navenda Şiqitandinê ya Mêrga Botan û kêfa xweşiqitandinê dikin.

Li cihên bilind qalindahiya berfê digîhîje 3 mêtroyan.

Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) û Îdareya Teybet a Bajêr bi projeyeke 15 milyonî va Navenda Şiqitandinê ya Mêrga Botan xweştir dane çêkirin. Niha gelek kesên ji bajarên din û welatên cînar tên navendê.

Ji ber ku dibistan tetîl in turîst û welatî tên navendê, xwe dişiqitînin, mangalê çêdikin û bi semaweran va çayê vedixwin.

- "Ji bo ku em xizmeteke baş bidin mirovan em hewleke mezin didin"

Midûrê Werziş û Ciwaniyê Emîn Yildirim ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand zivistanê di nav cihên herî xweş ên mirov lê wext derbas bikin da ya ewil navenda şiqitandinê ye.

Yildirim got di demên dawîn da hejmara kesên tên navendê zêde dibin û wiha dewam kir: "Ji bilî bajarên herêmê ji Irak û İranê jî kesên şiqitandinê hez dikin tên navenda me. Berf zû barî û berfeke baş e, ev ji bo me avantaj e. Ev qerebalixa li vir me şa dike. Ji bo ku em xizmeteke baş bidin mirovan em hewleke mezin didin. Kesên tên vir jî kêfxweş in."

Yildirim anî ziman otêleke 5 stêrk wê bê çêkirin, di 1ê adarê da jî ewê mihrîcanekê li dar bixin.

 Şehiyan Lutfiyê ji Irakê hatiye jî got ew bi malbat û eqrebayên xwe va hatine navendê, li vir wextê wan xweş derbas dibe û ew pêşniyazê her kesî dikin ku bila ew jî bên.

Îlyas Çogaç jî anî ziman ew qerebalixa bajêr derdikeve tê li vir û li navendê wextê xwe xweş derbas dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE