Ne tenê Mêrdînî, her wiha ji bajarên derdorê jî welatî ji bo seyranê diçin Avaspiya Nisêbînê.
Lê pirî caran dema welatî diçin seyranê hawirdorê qirêj dihêlin.
Ciwanên TÜGVA’ya Mêrdînê jî, di çarçoveya projeya “Havirdoreke bêbermayî” de çûn Avaspî û derdorê paqij kirin.
Ji nav avê naylon, qutîkên cuda û gelek tiştên din derketin.
Ciwan bi vê çalakiyê him dixwazin hişmendiya parastina xwezayê zêdetir bibe him jî projeya bêbermayî belav bibe.