Hewa gelekî sar bû û êdî bi taybetî li herêmê zivistan e. Welatî jî haziriya çileyê dikin. Ji bo tirşî û konserveyan berê xwe didin bazaran. Kebanî, li gorî kulfeta mala xwe haziriyê dikin.
Kelem, bacanên sor û reş, îsot, pîvaz, kartol..
Ne bi kîlo kîlo, bi kîsan dikrin da ku jê konserve û tirşiyan çêkin.
Weke seranserî herêmê, li Agiriyê jî haziriya çileyê tê kirin.
Li bazaran, welatî li gorî kulfetên xwe sebzeyan dikrin.
Welatî dibêjin “em bi vî awayî sebzeyên bitehm, erzantir dixwin”