Payîz e û welatî haziriya zivistanê dikin. Li Kercosa Batmanê jî gel, li gorî kevneşopiyan genimê xwe dikelîne û wê bike savar.
Li Kercosa Batmanê amadehiya zivistanê dest pê kir, welatî ji bona qûtê zivistanê genimê xwe dikelîne.
Genimê ku ji erd rakirin ewil delal dişon û di sîtilên mezin de dikelînin.
Piştî kelandinê ji bo ziwa bibe li ser banan radixin ber tavê.
Gava ziwa bibe jî wê gundî berê xwe bibin aş. Wê jê savar, dançîk û dahnûkê çêbikin.