Malûm e; li Serhedê sermeyeke zêde ya zivistanê heye…
Di van rojên sir û seqemê de bi saya xêrxwazan ajalên li derve birçî namînin û nacemidin…
Li Mûşê bê navber berf dibere…Hewa jî di bin sifirê de ye û gelekî sar e.
Ajalên bêxwedan, tevî sir û sermayê bi saya xêrxwazan zikê xwe têr dikin.
Komeleya Parastina Ajalên Bêxwedan wê seranserê zivistanê ajalên li derve têr bike.
Îmkanên komeleyê têrê nakin ku li seranserê bajêr, hemû ajalan têr bike.
Ji bo vê yekê jî ji her kesî piştgiriyê dixwazin.