Hefteya “fêrbûna daîmî”

kursiyeran di pêşaneyê de berhemên xwe nîşan dan 

 Hefteya “fêrbûna daîmî”

Midûriya Perwerdê ya Cizîrê di çarçoveya hefteya  “fêrbûna daîmî,” de pêşaneyek organîze kir. di pêşaneyê de kursiyerên navenda gel, berhemên ku bi destê xwe çêkirine nîşanî welatiyan dan. 

Midûriya Perwerdeyê ya Cizîrê di çarçoveya hefteya  “fêrbûna daîmî,” de pêşaneyek li dar xist.  

Pêşane li kolana hunerê hat danîn. Qeymeqam û gelek rayedar jî tevlî pêşaneyê bûn. 

Kursiyerên ku li navendên gel ders dîtine, berhemên ku bi destê xwe çêkirine nîşanî gel dan.  

Di nav berheman de xalîçe, cil û bergên heremî û gelek tişt hene.  

Gelê cizîrê eleqeyek mezin nîşanî pêşaneyê da.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE