Hefteya ku welat di bin kelekel û germa havînê da bû li Ardahanê hewa "sar" bû

Di hefteya 24-31ê Tîrmehê da hewaya herî sar di bin sifirê da bi 0,8 pileyî li Goleyê û hewaya herî germ jî di 31ê Tîrmehê da bi 46,2 pileyî li Silopî û Cizîrê hat pîvandin

Hefteya ku welat di bin kelekel û germa havînê da bû li Ardahanê hewa "sar" bû

Heyama Hezîran-Tîrmeha 2022yan di hefteya 24-31ê Tîrmehê da hewaya herî germ hat pîvandin, lê di vê heyamê da li Goleya navçeya Erdexanê hewa herî sar di bin sifirê da bi 0,8 pileyî hat pîvandin û hewaya herî germ jî bi 46,2 pileyî li Silopî û Cizîra navçeyên Şirnexê hat pîvandin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalan hilda hefteya borî hewaya herî germ li Silopî û Cizîrê û hewaya herî sar jî li Goleya Erdexanê hat pîvandin.

Li gor daneyan di hefteya 24-31ê Tîrmehê da hewaya herî sar di bin sifirê da bi 0,8 pileyî li Goleyê û hewaya herî germ jî di 31ê Tîrmehê da bi 46,2 pileyî li Silopî û Cizîrê hat pîvandin.

Li seranserê welêt kelekel û germa havînê heye, lê li Goleyê hin welatî hê jî havînê sobeyên xwe ranakin.

Li Goleya ku 2 hezar û 38 mêtro bilid e zivistan zor û dijwar e û havîn jî kin e. Li navçeyê hewaya hin car hene di bin sifirê da bi 40 pileyî jî tê pîvandin. Loma jî hin welatî li mal û dikanên xwe havînê jî sobeyên xwe ranakin û hin rojan dadidin. Gava derdikevin derva di dewsa cilên havînê da cilên qalind li xwe dikin.

Yakup Ertanê li Goleyê çayxaneya wî heye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em heya dawiya hefteya Tîrmehê sobeyên xwe dadidin.

Ferdî Altunê li Goleyê mamostetiyê dike diyar kir li seranserê welêt gel ji kelekel û germê dipije, lê li Goleyê germahiya hewayê dikeve bin sifirê û got ji ber ku sar bû me sobe dadan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE