Hejmara xezalên çiyê roj bi ro zêde dibin

Ji ber ku cisnê "gazella subgutturosa" kêm mane û ev cisin di bin talûkeyê da ye ku koka wan biqele, Midûriya Giştî ya Dezgehên Çandiniyê li Dezgeha Çandiniyê ya Ceylanpinarê hildaye binê parastinê

Hejmara xezalên çiyê roj bi ro zêde dibin

Ji ber ku cisnê "gazella subgutturosa" kêm mane û ev cisin di bin talûkeyê da ye ku koka wan biqele, Midûriya Giştî ya Dezgehên Çandiniyê li Dezgeha Çandiniyê ya Ceylanpinarê hildaye binê parastinê. Tê payîn ku hejmara van xezalan bi zayînan va derkevin hezar û 650yî.

Xezalên ku li ser çil û çiyan dijîn, li ser rûyê dinyayê kêm hene. Li Tirkiyeyê herî zêde li Şanliurfayê dijîn. Ji ber ku talûkeya qelîna koka wan çêbûye, ev xezal di sala 1977an da hildan bin parastinê.

Dema ku xezal hildan bin parastinê hejmara wan 23 cot bûn. Midûriya Dezgeha Çandiniyê ya Ceylanpinarê ev xezal li ser qadeke 825 dekarî xwedî kirin û hejmara wan derketin 750yî. Vêga tê payîn ku piştî xezal bizên hejmara wan wê derkeve hezar û 650yî.

Ji bo ku xezal kovîtiya xwe ji bîr nekin û kedî nebin, ji bo wan li deverên dûrî merivan qadên siruştî hatin çêkirin. Car caran êm jî didin wan.

Tê payîn ku xezalên kovî îsal nêzî 900 karxezalî bînin.

Dema ku karxezal dibin 1 salî, heke bê xwestin difroşin heywanhez û kesên bixwazin xwedî bikin û li hev zêde bikin.

Şefê Dezgehê yê Berpirsê Heywandariyê Bora Sariçam daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema xezal hatin parastin 23 cot bûn û piştî çendîn salan hejmara wan derket 750yî.

Sariçam diyar kir, xezal di navbera mehên mijdar û rêbendanê da avis dimînin û di navbera nîsan û hezîranê da dizên û wiha dewam kir:"Heke pirsgirêkek çênebe ew li bendê ne ku xezal îsal nêzî 900 karxezalî bînin. Hejmar roj bi roj zêde dibin. Em karxezalên ku dibin yeksalî di navbera mehên tîrmeh û cotmehê da wek cot difroşin. Rêjeya anîna wan a cêwiyan ji sedî 30-40 e. Vê gavê zayîna wan dewam dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE