"Heke em nobetê negirin keda me wê badilhewa here"

 "Heke em nobetê negirin keda me wê badilhewa here"

"Heke em nobetê negirin keda me wê badilhewa here"

 Li Çukurcaya navçeya Hekariyê cotkar ji bo ku xinzîrên kovî zirarê nedin zeviyên wan ên çeltûk û gunciyê li ser serê daran nobetê digirin.

Li gundan û navenda navçeyê xinzîr dikevin zeviyan û zirarê didin zadên cotkaran.

Ji bo ku ew zirarê nedin zeviyan cotkar li ser daran holikên çavdêriyê çêdikin, şerîdên ku deng derdixin dikşînin ser zeviyan ku xinzîr nekevin zeviyan.

Cotkar li ser holikên 10 mêtroyî bilind in heta serê sibê nobetê digirin, bi lembe û ronahiya telefonên xwe va di nav erazî da digerin û car caran guleyan diteqînin ku zeviyên xwe ji xinzîr û hirçan biparêzin.

Nobedariya cotkaran qasî 4 mehan dewam dike û dema çandinî xelas bibe ew jî vedigerin malên xwe.

 "Heke em nobetê negirin keda me wê badilhewa here"

Cotkar Abdurrahman Ozer got: ji bo ku ew zeviya xwe biparêze nobetê digire û wiha axivî: "Ez her şev di saet 9an da têm û heta serê sibê saet 4an li vir dimînim. Nobeta me wê heta îlonê dewam bike. Hejmara xinzîran zêde bû, em jî mecbur in ku nobetê bigirin. Dema çandinî tê kirin jî heywan zadê me dixwin. Me gelek ked da û heke em nobetê negirin keda me wê badilhewa here. Hilkişîna daran zehmet e, lewra qasî 10 mêtro bilind e."

 "Ev nobeta me 4 mehan dewam dike"

Mustafa Guneş jî got li navçeyê zêdetir çeltûk û guncî tê reşandin, xinzîr zirarê didin zeviyan û wiha dewam kir: "Heke em nobedê negirin emê nikaribin çandiniyê bikin. Em jî li ser daran ji xwe ra cihekî çêdikin. Em dijî heywanên wek xinzîr, hirç, gur û maran xwe diparêzin. Em ji vir eraziyan baştir dibînin. Heta sibê em bi 2 û 3 kesan va nobetê digirin. Ev nobeta me 4 mehan dewam dike."

Mesut Yaşar jî got ewê piştî 2 mehan çandiniyê bikin û wiha axivî: "Ji bo heywanên kovî zirarê nedin zeviyên me em nobetê digirin. Xinzîr zêdetir zirarê didin birinc. Hirç jî zirarê didin gunciyan û baxçeyên tiriyan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE