Helîna qeşayiyan dibe sedema têkçûna cisnê hirçên cemseran

Lêkolînerên Enstîtuya Lêkolînê ya Biyoekonomiyê ku li herêma Svanvîkê ya Norveçê ye, li ser hirçên cemseran tesîra guherîna av û hewayê lêkolîn kir.

Helîna qeşayiyan dibe sedema têkçûna cisnê hirçên cemseran

 Li gor lêkolîneke ku li Norveçê hat kirin, ji ber germahiya kurewî qeşayiyên cemseran dihelin û ev helîn dibe sedema têkçûna cisnê hirçên cemseran.

Lêkolînerên Enstîtuya Lêkolînê ya Biyoekonomiyê ku li herêma Svanvîkê ya Norveçê ye, li ser hirçên cemseran tesîra guherîna av û hewayê lêkolîn kir.

Di xebata ku ji aliyê Snorre Hagen û Simo Maduna va hat kirin da ji 622 hirçên cemserê yên li giravên Svalbardê ku nêzî Censera Bakur e, mînakên DNAyê hatin hildan û li ser tedqîqat hat kirin.

Di dahûrîna DNAyê ya ku hat kirin da hat dîtin ku ji aliyê genetîkê va cisnên hirçên cemserê kêm bûne.

Di dahûrîna ku li gor pîvanên cuda hat kirin da ji aliyê genetîkê va cisnên hirçan di navbera salên 1995 û 2016an da ji sedî 3 û 10 kêm bûye.

Li gor lêkolîneran ji ber helîna qeşayiyan cisnên hirçan ên cuda ji hev diqetin û di encamên da heman cisin li hev zêde dibin.

Lêkolîneran bal kişand ku heta ku tesîra xerabker a guherîna av û hewayê li ser qeşayiyan dewam bike, talûke heye ku cisnên hirçên cemserê ji holê rabin. 

Xebat di kovara “Royal Society”ê da hat weşandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE