Hemû kesên ji vê bajarokê dixwînin

Ji Gundikê Melê hezar û 500 kesî zanîngeh xwend.

Hemû kesên ji vê bajarokê dixwînin

Gundikê Melê yê Şirnexê, 300 sal berê hat avakirin. Ji wê rojê û pê ve jî bi mele, seyda û xwendayên xwe navdar bû. Heta niha jı gundik hezar û 500 kesî zanîngeh xwend.

30 dixtor, 20 parêzer, gelek mamoste, mihendis û mîmar ji vî bajarokî rabûn.

Gundikê Mel’ê, bajarokekî Şirnexê ye û 300 sal berê, Mele Derwêş ev gundik ava kiriye.

Ji berê û paşê de Gundikê Melê bi her alim, seyda û xwendayên xwe hatiye naskirin.

Heta niha ji Gundikê Melê, hezar û 500 kesî zanîngeh xwendiye.

Şêniyê bajarokê gelekî qiymetê dide xwendine.

Bandora vê xwendina wan di navên taxan de jî xwe nîşan dide. Navên meheleyên Gundikê Melê jî wiha ne: Taxa Rewşenbîran, Taxa Ronahiyê…

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE