Herî û gemara bin Gola Wanê hat paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê heta niha bi qasî 70 hezar metrekup heriya di bin avê da bû paqij kir.

Herî û gemara bin Gola Wanê hat paqijkirin

Di çarçoveya xebatên ji alî Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Hawirdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va tên kirin da ji bo Gola Wanê nêzî 70 hezar metrekup ritam û herî hat derxistin.

Wekîlê Şaredar û Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li peravên Tuşbayê yên Gola Wanê xebatên ji bo derxistina heriya bin golê kontrol kir û daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku piştî avakirina Tesîsa Parzûkirina Aravê heriya di bin golê da tê paqijkirin.

Bîlmez destnîşan kir ku ji bo kar û xebat bi lez û bez bên kirin wan makîneyên kar kirîn û wiha domand: "Me ji Gola Wanê heta nêzî 70 hezar metrekup ritam û herî derxist. Bi vê sayê him li herêmê behna geî ya hebû kêm bû û him jî gol paqij bû. Ewilî werdekên ji ber gemarê qet nedihatin peravê niha tên."

Di berdewamiya axaftina xwe da Bîlmez got ku ew dixwazin bi qasî 2 milyon û 500 hezar metrekup heriya di bin golê da ye paqij bikin û ji bo vê hewl didin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE