Her sinifek alîkariya malbatekê dike

Bi projeya berpirsyariya civakî xwendekar hînî piştgirî û hevgirtinê dibin

Her sinifek alîkariya malbatekê dike

Li Kolika Semsûrê xwendekarên lîseyê projeyeke wisa amade kirin ku dema meriv seh dike dilê meriv germ dibe. Xwendekaran bi mamosteyên xwe re projeya alîkariyê ya bi navê polek û malbatek dan destpêkirin. Her sinifek dê di navbera xwe de alîkariyê bide malbeteke hewcedar.

Di nav civatê de her roj xebereke nû dertê ku dilê însanan germ dike.

Vê carê jî xwendekarên Lîseyê yên Kolikî projeyeke bi vî rengî çêkirin.

Xwendekarên lîseyê bi hevpolên xwe re ewil pere dan hev û çûn li marketê danûstendina navmalê kirin.

Paşê jî alîkariyên xwe li malbatên hewcedar belav kirin.

Xwendekar bi vî awayî him hînî alîkarî û piştgiriyê dibin him jî wezîfeya xwe ya li ser civakê dikin.

Mamosteyên xwendekaran ji bo projeyên hevgirtinê di nav civakê de zêde bibin kedeke mezin didin.

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE