Her tişt ji bo xwendinê ye

Zarokan dide pişta xwe, ji çêm derbas dike û dibe dibistanê

Her tişt ji bo xwendinê ye

Kemal Okuyucu ji gundê Kevirê Spî yê Kanîreşa Çewlîgê ye. Ji ber ku dibistana gund hate girtin, zarokên xwe dibe dibistana gundê din. Lê li ser rıia dibistanê çemek heye. Kemal, zarokên xwe dide pişta xwe û ji çêm derbas dike.

Îsal ji ber ku dibistana gundê Kevirê Spî hat girtin, zarokên gund jî mecbûr diçin gundên din.

Kemal Okuyucu jî ji Gundê Kevirê Spî ye û 2 zarokên wî hene. Her du jî xwendekar in.

Kemal Beg jî zarokên xwe dibe dibistana gundekî din. Şê riya dibistanê him dirêj e him jî li ser rê çemek heye.

Pirî caran Kemal zarokan li pişta xwe dike û ji çêm derbas dike. Bi zor û zehmetî hewl dide ku zarokên xwe bide xwendin.

Ew dixwazin bila li ser çêm pirek bê çêkirin ku zarok bi rehetî herin mektebê…

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE