Jinên mûşî di kursa walîtiyê de him hînî hunerekê dibin him jî tiştên ku li vê derê çêdikin difroşin û debara xwe pê dikin. ji tiştên ku tên çêkirin herî zêde jî secadeyên tîftik ên sêrtê tên firotin.
Li Navenda Piştgiriyê ya ji bo Malbatan a Mûşê ji bo jinan kursên cur bi cur hene.
Lê jin zêdetir diçin kursa rêstina secadeyên Sêrtê.
Kursiyerek herî kêm di hefteyekê de secadeyekî dirêse û dûv re ji bo firotinê hazir dike.
Mamosteya kursê ji bo vekirina vê kursê kedeke mezin jî daye.