Hesasiyeta ji bo heywanan

Şibakeyên mekteba xwe bi hêlînên çûkan xemilandin

Hesasiyeta ji bo heywanan

Li Dêrika Mêrdînê ji bo zarok ji heywanan hez bikin û ew hesasiyet çêbibe, li mektebekê hêlînên çûkan hatin çêkirin. Hêlînên ku ji aliyê mamoste û xwendekaran ve hatin çêkirin, bi hemû şibakeyên dibistanê ve hatin daliqandin.

Ji bo çûkan hêlîn çêkirin.

Hêlînên ku çêkirin jî bi şibakeyên polên ve kirin.

Xwendekar û mamosteyên mekteba Seydî Keskîn a Dêrika Mêrdînê, ji bo zarok ji heywanan hez bikin û ev hesasiyet berbelav bibe xebateke girîng meşandin.

Xwendekaran tevî mamosteyan ji bo çûkan ji textikan hêlîn çêkirin û bi şibakeyên dibistana xwe ve daliqandin.

Midûrê mektebê jî ji bo projeyê dibêje; “mirovê ku ji heywanan hez neke, ji însanan jî hez nake.”

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 16:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE