Ömer Faruk Sevgi̇yê ku li gundê arinzokê yê girêdayî navenda Sêrtê rûdine, ji bo ku 5 cewrik û dayika wan aciz nebe, înşaeta mala xwe rawestand.
welatiyên me gelekî ji heywanan hez dikin, xwedî li wan derdikevin û wan diparêzin.
Yek ji wan jî Ömer Faruk Sevgi ye.
Sevgi li gundê Arınzokê yê girêdayî navenda Sêrtê dijî.
Dema mala xwe ya 2 qetî çêdikir, dît ku li înşaetê kûçikek teliqiye.
Ji bo ku 5 cewrik û dayika wan aciz nebe, înşaeta mala xwe sekinand.
Gundiyê hestyar dibêje ku piştî cewrik mezin bibin wê dîsa dest bi çêkirina xaniyê xwe bike.