Hesinkar ser û piyan dikizirînin

Di cejna qurbanan de hesinkar ji bo gel ser û piyan dikizirînin...

Hesinkar ser û piyan dikizirînin

Li Entabê piştî ku welatî qurbanên xwe şerjê dikin ser û piyên xwe tînin cem hesinkaran. Lewra hesinkar mûyê ser û piyan bi tûpa oksîjenê dikizîrînin.

Welatiyan qurbanên xwe ser jê kirin.

Niha dora ser û piyan e. Ji bo paqijiya mûyên li ser wan jî hêsinkarên bajêr dixebitin.

Li Entabê hêsinkar di cejna qurbanê de dikanên xwe ji bo kizirandina ser û piyan vedikin.

Tevî wê hêsinkar şaxên beranan jî jêdikin. Paqijkirina ser û pêyan bi qasî 10 deqe dewam dike.

Hesinkar di cejnê de ser û pê dikizirînin, rojên din jî hesinkariyê dikin.

Rojane hesinkar hezar ser û pê jî dikizirînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE