Hespên şampiyon ji vê tewlê derdikevin

Gelek canîkên Ozgunhanî di pêşbaziyan de dibin şampiyon

Hespên şampiyon ji vê tewlê derdikevin

Di heyama Osmanîyan de bi navê Sûltansûyûyê li navçeya Argana Meletîyê li ser 27 hezar metreçarçikî tewleke mezin hatiye avakirin, niha ev tewl di bin banê TÎGEMê de xebatên xwe dewam dike û gelek hespên cinsên baş û şampîyon ji vê tewlê derdikevin.

Bi taybetî jî hespê bi navê Ozgunhan di gelek pêşbazîyan de şampîyonî bi dest xistine û niha ji ber temenê xwe teqawid bûye, lê cehnîyên wî di hîpodroman de dibezin.

Niha ev hespê şampîyon ê 21 salî weke hespê tovî tê xwedîkirin û gelek hespên ji havênê wî di hîpodrûman de dibin şampîyon.

Bi taybetî jî hespên weke Taykut, Altıncıhis û Gözyaşı Gecesi ku cehnîyên ji Ozguhanî bûn, gelek serkeftin bi dest xistine.

Heta niha ji 350 hespî zêdetir ku cehniyên ji wî bûn di hîpodroman de dibezin, şampîyonûyan bi dest dixin û qezencek mezin digihînin vê tewlê.

Tewla hespan a Sûltansûyê xebatên xwedîkirina hespên bezê didomîne û salê ji 4 milyon lîreyî zêdetir qezenc ji 6 cehnîyên Ozgunhanê digihêje vê tesîsê.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE