Salên berê gelek turîst diçûn ber Gola Çildirê ya li Karsê û li hespên taxokan siwar dibûn. Lê ji ber şewbê êdî turîst jî nikarin biçin deverê. Niha hespên taxokan li benda wê rojê ne ku turîst bibin rêwiyên wan.
Pêşî hespên xwe li pagehê timar dikin, dûv re zîn dikin, herî dawî taxokan bi wan ve dikin.
Ev dîmen ji Gola Çildirê ya li Karsê ne. Berê di zivistanê de gelek turîst dihatin ber golê, li hespên taxokan siwar dibûn û ji xwe re têr li ser golê digeriyan.
Lê ji ber şewba koronayê êdî turîst naçin ber golê û her der ji turîstan xalî ye.
Welatî hespên xwe xwedî dikin û taxokên wan saxlem dikin.
Niha li benda xelasbûna şewbê ne...
Hespên taxokan ji bo gerê amade ne û li benda rêwiyên xwe yên turîst in.