Li Kopa Mûşê bi piştgiriya Qeymeqamİyê kursa xwendİna Qur’ana pîroz hat vekirin. Dayika 82 salî jî çû kursê û hînî xwendina Qur’na pîroz bû…
Emrê însanan çi dibe bila bibe, dikare her tim hînî tiştan bibe.
Yek ji wan tiştan jî xwendin e.
Vê carê jî Naide Karakoyuna 82 salî ev yek li Kopa Mûşê îsbat kir.
Li navçeyê bi piştgiriya qeymeqamiyê kursa xwendina Qur’ana Pîroz hat vekirin.
Naide Karakoyun çû kursê û hînî xwendina Qur’ana Kerîm bû.
Wekî dayika Naîdeyê gelek jinên din jî hatin kursê.