Li gundê Kekecê yê Karsê roviyê ku hînî însanan bûye, her roj ji bo rizqê xwe tê nava gund. Ji gundiyan Xaltîka Menîce ewqas ji wê hez dike ku heta rovî têr neke ranaze.
Li gundê Kekecê yê bi ser Selîma Karsê, roviyek her roj tê nava gund. Roviyê birçî ewqas hînî vê malê bûye ku heta xwarina xwe nexwe ji ber malê naçe.
Xwediya malê xaltîka Menîcê jî qet mêvanê xwe birçî nahêle.
Jinika dilbirihm tevî sir û sermaye bi mehan e ku xwarinê dide rovî û wî diparêze.