Hevaltiya gumgumok û ajokarê teksiyê

Gumgumoka ajokarê teksîyê rastî eleqeyeke mezin tê

Hevaltiya gumgumok û ajokarê teksiyê

Li Diyarbekirê ajokarê teksîyê Ensarî Alptekîn, gumgumokeke mezin xwedî dike. Hevaltiya ajokar û gumgumokê hêjayê dîtinê ye. Ensarî vê gumgumoka ku navê wê yê zanistî îguana ye diçe ku derê bi xwe re dıbe.

Ensarî Alptekîn li Dîyarbekirê ajokarê teksîyê ye lêbelê tiştê balkêş ne ajokarîya wî, gumgumoka li ser milê wî ye.

Ajokarê teksîyê biçe ku derê gumgumoka xwe jî bi xwe re dibe..

Alptekîn gava teksiya xwe diajo jî gumgumoka wî pê re ye û mişterîyan bi vî awayî pêşwazî dike.

Gumgumoka xwe bi sebze û meyweyan xwedî dike û her û daîm li balê ye.

Gumgumok bi xwediyê xwe re bi teksîyê li kuçe û kolanên Amedê digere û bala herkesî dikişîne.

Kêfa mişterî û hevalên ajokar jî zahf ji vê heywanê re tê.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE