Hevdîtinên platforma Anadoluyê

Sernavê civîna îsal “Li Ser Mirovan Ji Nû Ve Tefekûr” e

Hevdîtinên platforma Anadoluyê

Ji aliyê platforma Anatolyayê li navçeya Kizilcahamama Ankarayê bi sernavê “li ser mirovan ji nû ve tefekûrê” sempozyûmek tê lidarxistin. Di sempozyûmê de ji aliyê pispor, alim û rewşenbîran gelek mijar tên nirxandin. Niha jî em ê berê xwe bidin Kizilcehemama Ankarayê.

Platforma Anatolyayê, her sal bi sernavekî sempozyûmekê li dar dixe.

Platform, îsal jî li Navçeya Kizilcahemama Enqereyê; bi sernavê “Li Ser Mirovan Ji Nû Ve Tefekûrê” sempozyûmê çêdike.

Serokê Platforma Anadoluyê Turgay Aldemir: Hevdîtinên Anatolyayê wek kevneşopiyekê her sal bi sernavekî tên kirin. Nêzî ji 60 bajarên Anadolê mêvanên me hatin bernamê. Em sernavên xwe jî li gorî lêkolînên li Tirkiyê û Cihanê diyar dikin û li ser diaxivin. Li vê derê em li dû heqîqetê ne. Pispor, rewşenbîr, alim û zana tên û ji me re van mijarên diyarkirî ji her aliyî ve şîrove dikin. Bi taybetî jî di vê heyama koronayê de meriv niha li ser maneyê disekinein. Me jî îsal mijara xwe kir “Li Ser Mirovan Ji Nû Ve Tefekûr”.

Armanca bernameyê cardin tefekûra li ser însanan e û bi vê mijarê tê xwestin her insan dîsa muhasebeya xwe bike.

Di sempozyûmê de tevdîrên vîrûsa koronayê jî nayên jibîrkirin û beşdar li gorî qaîdeya jihevdûrbûnê hereket dikin.

Serokê Platforma Anadoluyê Turgay Aldemir:Me kapasiteya vê eywanê li gorî pêşniyaza lijneya zanistê eyar kir. Maske, pîvandina germa laşê meriv û her wekî din. Li vê derê dixtorê me jî amade ne. Sertîfîkayên otelê jî hene û em li gorî rêzikan hereket dikin.

Bername vê heya 14ê mehê roja înê dewam bike û bi xwendina danezanê bidawî bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE