Li Midyada Mêrdînê ji bo ku zarok zêdetir ji xwezayê hez bikin çalakiyên cuda tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de xwendekaran bi mamosteyên xwe re li hewşa dibistanê dar çandin.
Ji bo ku zarok ji xwezayê hez bikin hewleke zêde tê dayîn.
Li Midyadê bi projeyeke nû li dibistanan çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Xwendekarên dibistanên seretayî û navîn ligel mamosteyên xwe şitlên daran datînin.
Her wiha li gelek cihan jî tuxmên daran tên danîn.
Bi van xebatan dixwazin zarok ji jîngehê hez bikin.