Hewl û xîreta bavê astengdar

3 zarokên Hanifî Yaman bûn hafiz

Hewl û xîreta bavê astengdar

Hanîfî Yamanê 54 salî neçûyê mektebê û hînî xwendin û nivîsê nebûyê, herwiha ew astengdar e jî lê bi vî halê xwe jî ji bo zarokên wî bixwînin hewleke mezin dide. Niha her 3 zarokên wî jî hafiz in.

Hanîfî Yamanê astengdar ji ber ku neçûyê dibistanê hînî xwendin û nivîsê nebûye.,

Ji bo ku zarokên wî jî wisa nebin wî cehd û xîreteke mezin dide.

Û her roj 3 zarokên xwe bi motorsîkleta xwe ya astengdaran dibe dibistanê.

Zarokên wî him perwerdeya xwe didomînin him jî dersên hafiziyê digrin.

Bi saya xîreta bavê astangdar niha her 3 zarokên wî jî bûn hafiz. Hanîfî Yaman bi vê yekê gelekî kefxweş e.

Midûrê dibistanê Yakup Dogan dibêje serkeftina malbata Yamanê, me û xwendekarên din jî motive dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE