Mala Çiçek Örünê li Misirca Sêrtê ye. Ew 29 salî ye û bi salan e bavê wê, keça xwe li pî dike û dibe tedawiyê. keçka nexweş êdî dixwaze ku baş bibe û bimeşe.
Evdile Örün 63 salî, keça wî Çîçek jî 29 salî ye.
Bavê Çiçekê bi salan e ku keça xwe li pî dike û dibe tedawiyê.
Gava Çîçek 6 salî bû ji nişka ve bi nexweşiya ataksiyê ket. Ji wê rojê ve bavê wê ji bo tedawiya qîzikê mal û milkê xwe firot.
Ew dibêje ger Çîçek 6 mehan li Enqerê were tedawîkirin wê baş bibe.
Çîçeka ciwan dixwaze ku êdî baş bibe û wekî her kesî bimeşe.
Niha Evdile û Çîçek Örün li benda alîkariya xwedanxêran in.