Hewl û xîreta dayika 4 zarokan

Dayika xwedîxîret xwaringehek vekir û niha pê debara malbata xwe dike

Hewl û xîreta dayika 4 zarokan

Helîme Tîmûra dayika 4 zarokan ji bo debara xwe bike ket nav liv û xebateke mezin. Dayika 4 zarokan ji xwe re kargeha xwarinê vekir. Êdî him pê debara xwe dike him jî zarokên xwe dide xwendin.

Navê vê jinê Helîme Tîmûr e û ew li Dihêya navçeya Sêrtê dijî.

Gava hêj biçûk bû zewicandin û 4 zarokên wê çêbûn.

Piştî 20 salan wê û mêrê xwe li hev nekir û hev berdan.

Dayika 4 zarokan ji bo debara malbata xwe dest bi xebatekê kir.

Di encama hewl û xîreta xwe ya mezin de ji xwe re bi navê xwe kargeheke xwarinê vekir.

Helîmeya ciwan niha him tê de bi dilê xwe dixebite, him jî bi xebata xwe zarokên xwe dide xwendin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE