Li Sêrtê jineke 60 salî heye ku hewl û xîreta wê hêjayî pesnê ye. Lewre Aynur Atilla çû kursê û di 2 mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bû.
Tilîka xwe datîne ser nivîsê û hêdî hêdî dixwîne.
Navê wê Aynur Atilla ye û ew 60 salî ye.
Pîredayikê li nexweşxaneyê zehmetiya nexwendebûnê kişand, loma qerarek da.
Dayika Aynûrê ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibe dest bi kursa Navenda Gel a Sêrtê kir.
Wê di 2 mehan de ked û xîreteke mezin nîşan da û ew hînî xwendinê bûn.