Hewl û xîreta ji bo zarokên gundan

Mamoste diçin gundan û ji zarokan re çîrokan dixwînin...

Hewl û xîreta ji bo zarokên gundan

Li Tatvana Bitlisê komek mamoste ji bo zarokên gundan ji çanda çîrokbêjiyê dûr nekevin ketin nav hewl û xîretekê. Di çarçoveya vê hewlê de mamoste bi dilê xwe gund bi gund digerin û jı zarokên gundan re çîrokan dixwînın.

Di destê wan de pirtûk hene, li nava gund ji malekö diçin maleke din,

li ber sobeyê ji zarokan re çîrokan dixwînin.

Ev dîmenên hewl û xîretê yên komek mamosteyên li Tatvana Bitlisê ne.

Hin mamoste ji bo zarok ji çanda çîrokbêjiyê dûr nekevin ketin nav hewlekê.

Ji bo vê jî mamoste bi dilxwazî diçin gundên Tatvanê û çanda çîrokan hînî zarokên gundan dikin.

Koma mamosteyan herî dawî çû gundê Zixakê yê Tatvanê û ji zarokan re çîrokên cur bi cur xwendin.

Kêfa zarokên Zixakê jî gelekî ji vê çanda çîrokbêjiyê re hat.

Mamoste dibêjin ku heta niha çûne 12 gundan û dê di vê çarçoveyê de biçin gundên din jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE