Hewl û xîreta keçeke ciwan

Li 100 donim erdî 25 hezar şitlên hilûkan çandin.

Hewl û xîreta keçeke ciwan

Li Kahlaya Adiyamanê keça ciwan Handan Yıldırımê zanîngeh qedand, li gundikê xwe dest bi cotkariyê kir. Handanê 3 salan beriya niha li 100 donim erdî 25 hezar şitlên încasan çandin. Şitilan îsal ber jî girt.

Handan Yıldırım 25 salî ye. Mala wê li Kahlaya navçeya Adiyamanê ye.

Keça ciwan Fakulteya Zîraetê xilas kir û ji bo xebatê hat mala xwe.

Handanê beriya sê salan malbata xwe qanî kir ku li 100 donim erdî şitlên încasan biçînin.

Hilûkên keça ciwan îsal berekî baş girtin û li gorî texmînan jê 15 ton wê bên berhevkirin.

Handana jêhatî dibêje ku sala bê înşella 300 ton încas dê ji baxçeyê min werin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE