Hewl û xîreta mamosteyê fedâkar

Him di Koma Wefayê de dixebite, him jî li ser sîstema EBA’yê ders dide...

Hewl û xîreta mamosteyê fedâkar

Cem Cengiz Keleş li Erdîşa Wanê mamoste ye. Mamoste Cem him li ser sîstema EBA’yê bi xwendekarên xwe re eleqedar dibe, him jî piştgiriye dide xebatên Koma Wefa’yê.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê xwendekar bi sîstema EBA’yê dersên xwe taqîb dikin.

Komên Wefayê jî ji bo daxwazên hewcedaran bi şev û roj dixebitin.

Cem Cengiz Keleş jî li Erdîşa Wanê li Dibistana YİBO’yê ya Paykoyê mamosteyê Çanda Dîn û Agahiyên Exlaqê ye.

Mamosteyê fêdakar him li ser sîstema EBA’yê bi xwendekaran re mijûl dibe, him jî piştgiriyê dide Koma Wefayê.

Mamoste Cengiz li ser Xeta Koma Wefayê daxwazên welatiyan distîne. Her wiha di heman demê de bi zindî dersên xwe jî pêşkêş dike.

Mamoste Cengiz dê heta şewba vîrûsa koronayê bidawî bibe bixebite.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE