Ji ber şewbê astengdar ev 2 meh in li mala xwe ne. Hatice Gökçek jî ji Entabê ye û jİ wan yek e. ew lİ mala xwe pİrtûkan dİxwîne û jİ bo zanîngeha duyemîn amadehiyan dike.
Hatice Gökçek ji Entabê ye. Ji ber ku nikare bimeşe ji sala 1998an û vir ve bi erebeya biakû derdikeve derve.
Ji bona Hefteya Astengdaran TRT Kurdî çû serdana Hatice Xanimê.
”Dema ez diçûm dibistana navîn min qezayek derbas kir. Ji wê demê û pê ve ez nikarim bimeşim. Lê min dev ji dibistanê berneda. Min xwend û ez bûm memûr. Ger însan bixwaze dikare her tiştî bike.”
Ew dibêje 2 meh in ez li mala xwe me. Min di van rojan de li malê pirtûk xwendin û li ser înternetê ez li gelek welatan geriyam.
Hatice Xanim ji bo ku cara duyem bikeve zanîngehe amadehiyan dike.
Dixwaze heta ku talûkeya şewbê derbas bûye welatî ji mala xwe dernekevin.