Walîtiya Karsê ji bo genimê xwemalî “şeşrêze” neqele, 34 ton tov li cotkaran belav kir. Bi hewla walîtiyê wê êdî ev cinsê genim zêde bibe.
Walîtiya Karsê dest dide ber ku berên xwemalî yên herêmê wenda nebin.
Walîtiyê xebatek jî ji bo genimê xwemalî yê “şeşrêze” kir, 34 ton tovê genimê şeşrêze da 174 cotkaran.
Şeşrêze aliyê berên xwe ve jî gelekî baş e.
Cotkar serê donimê nêzî 500 kîlo genim jê hiltînin.
Ji bênderên îsal him ajokarê makîneya dîrûnê, him welatî qayîl in.
Tê gotin ku genimê şeşrêze cureyekî 13 hezar salî ye.