Li Şemdinliya Hakkariyê ji bo ku zarok di şewbê de ji perwerdeyê nemînin, mamosteyên wan gelek xîret dikin. Mamoste di sir û seqema herêmê de melzeme û pirtûkên dersan ji bo xwendekaran dibin gundên wan.
Di şewba koronayê de zarok ji dibistanan dûr man, lê divê ji perwerdeyê nemînin.
Bi vê armancê li Şemdinliya Hakkariyê mamoste ji bo dersên zarokan berê xwe didin gundên dûrê bajêr.
Di sir û seqema herêmê de, di şert û mercên dijwar de ji bo xwendekarên ku derfeta wan a perwerdeya li ser înternetê tune ye, melzemeyên dersan û pirtûkan dibin.
Mamoste mal bi mal digerin pirtûkan didin xwendekarên xwe.
Xwendekar û malbatên wan bi vê xîreta mamosteyan gelek kêfxweş in.
Mamosteyan ligel zarokan kaşûn jî kirin.