Hewa her ku diçe germtir dibe. Mêrdînî jî ji bo hênik bibin berê xwe didin seyrangehan. Yek ji wan deran jî Ava sSpî ye...
Li Midyada Mêrdînê germahî gihîşt 40 pileyî…
Welatî ji ber german xwe davêjin cihên hênik û avdar…
Ava Spî ya li ber Çiyayê Bagokê jî yek ji wan cihên seyranê ye.
Ne tenê Midyadî, ji navçe û bajarên derdorê jî gel diçin Serê Avê.
Xwediyên hin mekanan, berê avê girtine û ji bo mişteriyên xwe hewz çêkirine.
Welatî jî tê de soberiyê dikin û hênik dibin.