Heyama berhevkirina gûzan

Li Adilcevazê wextê daweşandina gûzan e...

Heyama berhevkirina gûzan

Li navçeya Elcewaza Bilîsê heyama berevkirina gûzan dest pê kir. Xelkê ku li bajarên mezin dijîn van çaxan berê xwe didin gundan û gûzên xwe berhev dikin.

Elcewaz bi gûz û xwezaya xwe navdar e.

Bi payîzê re heyama daweşandina gûzan jî dest pê dike.

Xwediyên bexçeyan bi traktoran darên xwe diweşînin û gûzên xwe yên meşhûr û bitehm kom dikin.

Cotkar piştî berhevkirinê wê gûzên xwe raxin ber tavê, hişk bikin û ji bo firotinê bişînin çar aliyên welêt.

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE