Heyama berxberdanê dest pê kir. Gava berxik û karik tên berdan dîmenên gelek xweşik derdikevin holê
Li Karsê, dema berxberdanê an jî dema dangiyê dest pê kir. Gava berxik û karik tên berdan dîmenên gelek xweşik û rengîn derdikevin.
Ev dîmen ji Karsê ne. Bihar hat û dinya germ bû.
Bi hatina biharê re heyama berxberdanê jî dest pê kir.
Dema berxik û karik tên berdan û digihên makên xwe dîmenên gelek xweşik derdikevin holê.
Li herêmê piraniya malbatan bi heywandariyê mijûl dibin û debara xwe dikin.
Şivan dibêjin her çiqas heywandarî zor û zehmet be jî dîsa em bi vî karî kêfxweş in.