Li Meletiyê heyama çêkirina bastiqê tûyan dest pê kir. Zor û zehmetiya çêkirina bastiq gelekî zêde ye.
Li herêmê bi hatina havînê re li gelek bajaran bastiq tê çêkirin. Ji van bajaran yek jî Meletî ye.
Jin serê sibê zû radibin diçin baxçeyan û ji daran tûyan dadiweşînin. Piştre tûyan tînin ber malan.
Di nav telîsan de bi lingên xwe diguvişin, ava wê derdixin. Piştre dixin nav beroşan û dikelînin.
Pişt re tûyên kelandî li ser paçan radixin û li ber tavê hişk dikin.
Paşê ji ser paçan bastiq tê rakirin, bi meqesan tê hûrkirin û tê qatkirin.
Bastiqê ku tê çêkirin him li bajêr tê xwarin him jî tê şandin bajarên din jî.